Namzetên Çepên Kesk: Ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê ev hilbijartineke dîrokî ye
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê dîrokî ye û banga parastina sindoqan kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê dîrokî ye û banga parastina sindoqan kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Wanê Sînan Çîftyurek, Havîn Kiye û namzeta parlamenteriyê ya Dîlokê Sevda Karaca û namzetê parlamenteriyê yê Enqereyê Emîralî Turkmen ji ANF’ê re axivîn.
KIYE: CIWANÊN WANÊ BÊKAR IN
Havîn Kiye diyar kir ku li ser navê ciwanên Wanê yek ji pirsgirêkên mezin bêkarî ye û got: “Li Wanê kî dikare derfetên kar ava bike? Ji derveyî saziyên dewletê şaredarî dikarin, lê dema em temaşeyî şaredariyên li Wanê jî dikin ji xwe hemû jî bi qeyûmê tên rêvebirin.”
‘CIWAN WÊ BIBIN MEKANÎZMAYA BIRYARÊ’
Kiye anî ziman ku li bajêr gelek ciwanan xwe kuştine û got: “Evane ne xwekujî ne, evane hemû komkujî ne. Sedemên van heye. Evane hemû divên werin lêpirsînkirin. Weke Partiya Çepên Kesk ji xwe em hemû deman dibêjin ku armanca me herî mezin ew e ku jiyanê ji nû ve bi ciwanan bidin qezenckirin. Em ê meclîsên ciwanan ên demokratîk ava bikin. Ciwan wê bibin mekanîzmayên biryardayînê. Ciwan wê bibin rênîşanên me.”
KARACA: DÎLOK YEK JI BAJARÊN KU HERÎ ZÊDE JIN LÊ BÊKAR IN
Sevda Karaca diyar kir ku Dîlok yek ji bajarên ku herî zêde jin lê bêkar û xizan in û got: “Jin li Dîlokê girêdayî mal hatiye hiştin. Ev di heman demê de tê wateya şîdetê. Ev di heman demê de tê wateya tenêtiyê. Polîtîkayên şer jî li tevahiya bajar belav bûye. Tifaqa Ked û Azadiyê li Dîlokê hêvî ava kiriye. Potansiyelek bêhempa lê heye.”
ÇÎFTYUREK: DAYIK BI ÊŞ Û BI BIRYAR IN
Sînan Çîftyurek jî ev tişt got: “Li gundan, bajaran, taxan, kolanan zarok xebatên hilbijartinê vediguherînin baxçeyê zarokan. Zarok te motîve dikin. Me li her derê dayik dîtin. Ewane bi êşan dagirtî ne, lê di heman demê de bi biryar in ku vê rejîmê bişînin.”
Çîftyurek ev peyam jî da: “Ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û ji bo gelê Kurdistanê ev hilbijartin dîrokî ye. Hilbijartina sedsalê ye.”
TURKMEN: EM DENG BIDIN ÇEPÊN KESK Û SINDOQAN BIPARÊZIN
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Emîralî Turkmen jî ev tişt ragihand: “Em dixwazin sindoqan biparêzin. Cara yekem ji ber ku em ê bi Çepên Kesk re bikevin hilbijartinan, me muşahît erkdar kirine. Me li hemû bajar û navçeyên ku partiya me lê ne, muşahît erkdar kirine.”
Turkmen hewldana Suleyman Soylû a mudaxelekirina sindoqan bi bîr xist û wiha got: “Ew dizanin ku wê biçin û dixwazin ku tirsê belavî civakê bikin. Bi vî rengî dixwazin civak xwe vekişîne û sindoq di bin kontrola wan de be. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) destûra vê yekê neda û weke hiqûqî tişta pêwîst kir.”
Turkmen bang li gelan hemûyan kir ku roja 14’ê Gulanê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.